البوابةالصفحة الرئيسيةس .و .جابحـثالتسجيلدخول
القائمة الرئيسية
 
 
شعر
ميرآل بروردا   
 
داريوس داري
 
 
 
 
محمد علي علي
 
اجعل علم كوردستان يرفرف فوق سطح مكتبك
     
المقالات السياسية
 
جان كورد   
مؤمن محمد نديم كويفاتيه
 
د.آلان قادر
 
خسرو ئاكره يي   
 
 إدريس بيران
 
ميرآل بروردا
 
نوري بريمو
 
سيروان قجو
 
محمد نور آلوجي :
 
زوهات كوباني
 
محمد نور آلوجي :
 
شيرزاد عادل اليزيدي:
 
 إدريس بيران
  
  
 
 
 
 
المواضيع الأخيرة
» ميرآل بروردا : قراءاتٌ لزمن الضباب ... الحلقة ( 17 )
أمس في 22:08 من طرف Admin

» عباس عباس : شعري كألمي, لابحور12
أمس في 22:05 من طرف Admin

» الديمقراطي العـــــدد 521اوائل كانون الثاني 2009
2009-01-05, 22:02 من طرف Admin

» نوري بريمو : بانوراما مختصَرة لانقلاب سنوي اعتيادي
2009-01-05, 21:52 من طرف Admin

» مصطفى سعيد : ديوان هندسة الحب
2009-01-05, 21:49 من طرف Admin

» مؤمن محمد نديم كويفاتيه : رسالة إلى بشار الأسد وأسس الانتصار
2009-01-05, 21:46 من طرف Admin

» مذكرة مقدمة من الجمعية الكردية للدفاع عن حقوق الانسان في النمسا
2009-01-05, 21:42 من طرف Admin

» بافي شيندا : على خُطاكَ باق ٍ
2009-01-04, 20:12 من طرف Admin

» هيلين ابراهيم - فُتَاتْ الحُبْ
2009-01-04, 19:29 من طرف Admin

» قهار رمكو : دعاء وتمنيات وتوقعات رمكو للعام الجديد الرسالة العاشرة 2
2009-01-04, 19:24 من طرف Admin

» فرحان كلش: قتلت حياة ومنحت قناة
2009-01-03, 21:56 من طرف Admin

» عباس عباس : بكاء صخرة
2009-01-03, 21:52 من طرف Admin

» ! Gula amûdê : Em li benda bersiva we ne
2009-01-03, 21:48 من طرف Admin

» مؤمن محمد نديم كويفاتيه : الإخوان المسلمين العدو رقم واحد لنظامي دمشق وتل أبيب والمنطق المُتوافق بينهما
2009-01-03, 21:35 من طرف Admin

» قهار رمكو : ملاحظة حول عمال الكردستاني يهدد بـ حرب شاملة
2009-01-03, 00:18 من طرف Admin

» Royarê tirbespîyê : تلك القمر
2009-01-02, 23:24 من طرف Admin

» جان كورد : الموقف السوري بين التحذير والتخدير
2009-01-02, 23:21 من طرف Admin

» قهار رمكو : دعاء وتمنيات وتوقعات رمكو للعام الجديد الرسالة العاشرة
2009-01-02, 23:20 من طرف Admin

» صوت الكورد:العدد 332 /كانون الأول /2008 م
2009-01-01, 23:44 من طرف Admin

» عباس عباس : الحاضنات للمجد شعري كألمي,لابحور11
2009-01-01, 23:41 من طرف Admin

» نوري بريمو : تعاقب الأعوام وسياسة الألف قـَلـْبة ولا غـَلـْبة
2009-01-01, 23:21 من طرف Admin

» محمد بيجو : تجربة تنبثق من الذاكرة
2009-01-01, 23:16 من طرف Admin

» قهار رمكو : تعقيب على تصريح من المكتب السياسي للحزب الديمقراطي التقدمي
2009-01-01, 23:11 من طرف Admin

» مقتل شاب كردي من عفرين أثناء تأدية الخدمة الإلزامية
2009-01-01, 22:59 من طرف Admin

» SELWA HESEN : RAMANEN SERE MIN
2009-01-01, 22:53 من طرف Admin

ابحـث
 


 نتائج البحث
 
Rechercher بحث متقدم
لمراسلتنا
 
 
 
 

Zana xanê : Qedera me berê nivisandiye,yan em bi xwe çarenûsa xwe serrast dikin

استعرض الموضوع السابق استعرض الموضوع التالي اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
Admin
Admin
Admin



العمر : 23
سجّل في : 12 أغسطس 2007
عدد المساهمات : 4023

مُساهمةموضوع: Zana xanê : Qedera me berê nivisandiye,yan em bi xwe çarenûsa xwe serrast dikin   2008-11-19, 20:41


gotina qederê yan pêşerojê,ji destpêka mirovan ta roja îro tê gotin,gelek şareza,xwedêzan,zanyar û sihirbaz bi çîroka qederê mijûlbûne,gelek çîrokên kevn û serpêhatiyên
berê roleke xwey mezin di jiyana me ya îro de distînin,gelek ji me her û her van gotinan dibêjin:( qedera wî wilo hatibû..)..(li ser enya wî weha hatibû nivîsandin..),lê hin mirov jî hene baweriya xwe wilo naşopînin,dibêjin,em di kar û barên xwe de,bi carekê re serbest û azadin,û tu rola qederê di jiyana me de tune ye.

Di jiyana miletan de qeder û çarenûsa mirovan gelek manan dide,di heyamên berê de,mirovan qeder û pêşeroja xwe bi tevger,hal û rewşa xwedayê xwe ve girê didan, di ravekirina xewnan de,li qedera xwe digeryan,şensê xwe bi rengê firandina çûkan li ezmanan ve girê didan,lê a herî xerîb ku ta roja îro pir kes henin pêşeroj û çarenûsa xwe,di xwendina destan de,di lênerîna fincana qehwê de,di şens û bircên ku di kovar û rojneman de tên dibînin.


Lê li alyê din jî pir kes henin,dibêjin qedera nivisandî sawêr û ne raste,mirov ew xwedyê nefsa xwe ye,ew bi destê xwe pêşeroja xwe datîne,bûyerên ku di jiyane wî re derbas bûne,ewî bi xwe çê kirine,çîroka qederê derew û ne raste.


Helbet hin jî henin dibînin ku serbestiya mirov sawêr û xiyale,yanî mirov bi nefsa xwe ne azade û nikare pêşeroja xwe wek dixwaze risim bike,û dibêjin,gelek rewşên civaka wî henin,dest li ser çarenûsa wî danî nin û nahêlin wek ku ew dixwaze tevbigere,weha jî dibînin ku rewşa fizyolocî, mîna (DNA) rewş û tevgera mirov ya hindir û ji derve datîne.




Ji alîkî din de,civaka li hawirdorî mirov bandora xwe li pêşeroj û qedera wî dike,yanî qanûn û rêdarên civakî û siyasî, rengê jiyana mirov nîşan dikin,her wekî rijêma dîmuqratî mafê bijartinê ji mirovan re misoger dike,dihêle ku mirov ew bi xwe,rengê karê xwe,cihê rûniştina xwe û şirîkê jiyana xwe hilbijê re,dîmuqratiyet hemû riyan li pêşya mirovan vedike,mafê mêr û jinan wek hev dike,mafê netewan û kêmnetewan wekhev bi rêxistin dike,yasa û qanûnên tûj di civakê de ko dike û qedera mirov bi azadiya mirov ve girêdide,yanî em dikarin bêjin ku dîmuqratiyet dihêle ku mirov xwe bi xwe çarenûsa xwe serrast bike.




Ji alîkî din de pêşveçûna mirov di xwendin û zanînê de gelek deryan li pêşya wî vedike,nexasim ew deryên ku li pêşya kesên nexwendî girtîne,mirovê ku her xwendin û zanînê berdewam bike û xwe hoyî gelek zimanan bike,dikare gelek rewşên suruşta hawirdorî xwe fêm û rave bike,lewra qeder û pêşeroja xwe di fêmkirina suruşta hawirdorî xwe de dibîne.




Carna tevgera stêrkan li ezmanan li gora dîtinên wekaleta NASA ya emrîkî li hevtên,herwekî dibînin,ku di sala 2029 an de wê stêrkek bi mezinbûna panava lîska goga niga,wê bi dûrbûna 35 hezar kîlomitir ji erdê derbas bibe,weha jî teqez dikin,ku wê di sala 2099an de rok bi carekê re li emrîka bê girtin,ev mîsalên wekaleta nasa didin xuyakirin ku pêşeroja bûnê li ezmanan berê saz kiriye,û ji felekzan û zanyaran tê xwestin ku şîfre û çîroka pêşerojê di kewn de ji nav hev derxin,lê hin zanyar dibînin ku naskirina qeder û pêşerojê di kewn de bi gelek guhertinên ezmanî ve girêdayî ye,yanî dibe ku di demek pir kurt de tevgera bûyerê bê ye guhertin û ne wek ku hatibû nasîn tevbide,yanî em dikarin bêjin naskirina me ji qeder û pêşerojê re bi rewşa suruştê ve sînor kiri ye,û em bi temamî nikarin pêşerojê nas bikin.




Ji alîkî din de zanyar û bijîşkkaran hemû şîfre û razên qedera mirov di DNA de nas kirine,nas kirine ku mirovê wê ji vê avikê bikeve,wê filan nexweşî pê re çê bibe,wê dirêjbûna wî hevqas be,wê ta vê radeyê cirxweş be,yanî ew avtirşa mirov hemû rewşa wînî pêşerojê nîşan dike,lê dîsan zanyar dibêjin,ev yek tenê ne bese,qeder û çarenûsa mirov bi rewşa suruşta hawirdorê wî ve girêdayî ye.




Bi rastî vekolîna di pêşeroja mirovan de cihekî giring di jiyana her kesî de stendi ye,helbet dîsan jî, ji ber ku mirov ji rojên tên bi tirse, ji çarenûsa kuflet û zarokên xwe bi tirse,ji rewş û bûyerên ku bêne pêşya wî bi tirse,lewra dixwaze qeder û çarenûsa xwe nas bike.




Di dawiyê de, nerîn ewe, ku heta miletek xwe ji sihirbaz û derewçîna xelas bike,divê civaka xwe li ser bingehin zanist û hişmend ava bike,û her bide xuyakirin ku naskirina pêşeroj û qederê bi riya zanîn û hişmendiyê ve girêdayî ye.




Zana xanê


zanaxane@gmail.com
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل

Zana xanê : Qedera me berê nivisandiye,yan em bi xwe çarenûsa xwe serrast dikin

استعرض الموضوع السابق استعرض الموضوع التالي الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
 :: القسم الكوردي ( beşê Kurdî ) :: GOTAR-